Asayîşa Kerkûkê rê neda ajansa me civîna Barzanî bi şopîne

42

 

 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî îro serdana bajarê Kerkûkê kir, li avahiya berê ya konsolosxanaya Amerîka ligel hejmarek aliyên siyasî, fermandarên leşkerî, endamên Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê, nûnerên karmendên hikûmetê û serokeşîrên Ereban civiya. Civîna wan heya amadekirina vê nûçeyê ji berdewam dikir.

 

Ajansa me xwest ku civînê bi şopîne lê hêzên asayîşê ji ber sedemê ku 'We navê xwe tomar nekiriye' rê neda civînê bişopînin. Lê ji berî civînê ji bo nav tomarkirinê ti bangawazî nehatibû kirin.

 

Ji derveyî astengkirina RojNews, rê neda Kenala KNN, NRT û Peyam TV civînê bi şopînin.  

 

Li gorî agahiyên bi destketine, Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Kosret Resûl, Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, Fermandarê Giştî yê Hêzên 70 yê Pêşmergeyan Şêx Cehfer, Serokê Giştî yê Partiya Soslayîsta Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd û Berpirsê Ofîsa YNK'ê Aso Mamend  di civînê de amede  bûn.

 

Di civînê de Barzanî diyar kir ku mafê wane li hemberî gefan xwe bi parêzin.