Balafira şer a Îmarata Erebî li Yemenê ket

49

 

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Balafireke leşkerî ya şer a Îmarata Erebî ku di nava koalîsyonê de kar dikir, ket. Balafira şer a leşkerî ku aîdî Îmarata Erebî bû û cûreya BAE’ye, li Yemenê ket û di encamê de pîlotê bi nave Sultan Muhammed Elî en-Nakabi jî mir.

 

Li gorî heman nûçeyê îda dike, balafir ne di encama êrîşekî de di encama erizeyeke teknîkî de ketiye.

 

Di nûçeyê de cih ne daye ka ev bûyer kengî qewimiye.

 

Koalîsyona ku Erebîstana Siûdî pêşengiya wê dike ji 26adara 2015’an ve li dijî Husiyan hemleyeke bi navê ‘Bahoza bi biryar’ daye destpêkirin. Di 22’ê Nîsanê de jî navê hemleyê kiribû ‘Vegera li Hêviyê’.  Îmrata Erebî jî piştgiriya vê koalîsyonê dike.

 

(bz)