Berdevka Xezeba Firatê mizgîniya rizgarkirina taxeke din da

32

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku bi hemû leza xwe berdewam dike, kêm mayê bajêr bi temamî were rizgarkirin. Ji Fermandarên QSD`ê Rojda Felat duh ragihandibû ku bajarê Reqayê sedî 70 ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin.

 

Derbarê  pêşveçûyînên dawî  yên pêngavê de, Berdevka Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed agahî da û diyar kir ku hêzên wan taxa El-Sukne ya navenda bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê paqij kiribû û li taxa Mirur, Emîn û Mensur jî şereke dijwar rû dide.

 

Cîhan diyar kir ku li her sê taxên navborî yên navenda bajarê Reqayê şerên dijwar rû didin û tekez kir ku ew ê di demeke kurt de wan taxan jî ji çeteyan bistînin.

 

Berdevka Xezeba Firatê anî ziman ku ew ê di demeke nêz de mizginiya rizgarkirina çerxereya El-Neîm ku çeteyên  DAIŞ`ê nav lê kiribûn çerxereya (El-Cehîm) bidin gelê Reqayê û wiha pê de çû:”Çeteyên DAIŞ`ê li çerxereya El-Neîm kriyarên dijî mirovahiyê pêk dianîn. Em soz didin ew ê di demeke kurt de ew çerxerê werê  rizgarkirin”.

 

(bz)