Boyaxçiyên bazara Silêmanî: Yekane serçaveya jiyana me ev sindoqe

29

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Mihemed Emîn ê 40 salî û 26 salin li pêşberî Mizgefta Mezin a bajarê Silêmanî karê dûrîna solan dike û bi rêya vî karî dabara jiyana malbata xwe peyda dike û malbata wî ji  5 kesan pêk tê.

 

Mihemed Emîn der barê karê xwe de wiha got; “Welatî solên xwe tînin gel min. Ez ji wan re çêdikim û her kesê serdana min kiribe min ew bi keyfxweşî vegerandiye. Min karek bi ciwanî û baş jê re kiriye. Welatî jî pir baş li gel min danûstandin dikin.”

 

 

Mihemed Emîn wiha jî dewam kir; “Ez ji şaredariyê daxwaz dikim rê bidin em li vî cihî kar bikin. Yan jî cihek taybet ji bo me çêbikin û em li wir kar bikin. Ji bo em bikarin debara jiyana xwe peyda bikin.”

 

Her li nav bazara Silêmaniyê kesek din ê binavê Xelîl Mihemed ku 12 salin vî karî dike, got ku ew sibeha saet 05:00’ê ji mal derdikeve heya saet 18:00’ê êvarê karê bûyaxçitiyê dike.

 

Xelîl Mihemed got; “Ez her roj têm vir û solên kesên tên gel min boya dikim. Ez bi rûyek keyfxweş karê welatiyan temam dikim. Ew jî bi şêweyek pir baş nêzî min û karê min dibin.”

 

 

Xelîl Mihemed der barê rewşa jiyana xwe de jî wiha axivî; “Ez di kirê de me û mehane 400 hezar dînar didim kirêya xanî. 6 zarokên min hene. Hevjîna min nexweşe û li ser cihane. Kurek kêmendam ê me heye. Ti mûçeyek me nîne. Debara jiyana min tene li ser vî karî û vê sindoqê ye. Em nikarin heya dawiya jiyana xwe vî karî bikin. Daxwaz ji hikûmetê dikim mûçeyek ji bo me bidin.”

 

 

 

 

 

(rn)