Civîna PDK, YNK û Tevgera Goran bi dawî bû

43

 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

Li navenda Polîtburoya YNK’ê ya bajarê Hewlêr civîna hersê partiyan PDK, Tevgera Goran û YNK’ê îro di saet 12:30'an de destpê kir. Piştî  4 saet û nîvan civîn bi dawî bû.

 

Piştî civînê Serokê Şandeya YNK'ê û Berpirsê Desteya Rêveberiya Polîtburoya YNK'ê Mele Bextiyar civîna çapemeniyê lidarxist û got; "Ji du salên derbasbûyî ve civînek gelek girîng bû. Piştî erêkirina 7 xalan ji aliyê Meclîsa Rêveberiya YNK'ê  ve ku ligel PDK, Tevgera Goran, Komele û Yekgirtû hatinbûn guftûgokirin, îro me bi şêwazekî gelek baş guftûgo liser van xalan hatin kirin. Me xal bi xal guftûgo kir, nêrînên me hevbeş bûn û guftûgo erênî bûn.

 

Mele Bextiyar axaftina xwe wiha domand; "Biraderên Tevgera Goran wê guftûgoyên civînê bi nirxînin, emê sibe peywendiyê ligel danîn. Hewiha wê sibe yan du sibe civînek din a sê alî pêk were. Wê civîna bê li Navenda Tevgera Goran pêk were. Hêvîdarin ku di civînê de li ser xalan li hev bikin. Eger Tevgera Goran weke îro be, gelek başbû, hêvîdarin ku bigihîn lihevkirinê. Tevgera Goran amade ye ji bo karkirina hevbeş û parlamentoyê aktîf bikin. Hêvî heye ku ev du roj di dîroka Kurdistanê de bibin rojên dîrokî."

 

Şanda PDK’ê ya ku tevlî civînê bûyî ji, Sekreterê Polîtburoya PDK’ê Fazil Mîran, endamên polîtburoya PDK’ê Azad Berwarî, Roj Nûrî Şawês û endamê rêveberiya PDK’ê Dilşad Şehab pêk di hat.

 

Her wiha şanda YNK’ê ji Berpirsê Desteya Rêveber a Polîtburoya YNK’ê Mele Bextiyar, Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre, endamê Polîtburoya YNK’ê Şoreş Îsmaîl, Bêger Talebanî, Ednan Heme Mîna û endamê rêveberiya YNK’ê Rizgar Elî pêk di hat.

 

Her wiha şandeya Tevgera Goran a tevlî civînê bûye ji endamên Desteya Rêveber a Goran Celal Cewher, Reûf Osman, Şoreş Hacî, Aras Welî, Rêveberê Odeya Yasa yê Goran Îsmaîl Namîq û Rêveberê Odeya Peywendiyên Dîplomasî yê Goran Şêx Hîmdad Hîranî pêk di hat.