Civîna Yekîtiya mamosteyan ya Kerkûkê negihiştin ti encamekî

31

 

 

RÊBAZ SEBAH/ KERKÛK

 

‘28’ê Îlonê xwepêşandanek lidar dixin’

 

Der barê civîn û naveroka wê de endamê Sekreteriya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Berhem Mistefa ku ji ajansa me re axivî, got; “Ji bo destpêkirina xwendinê kêmî mehekê maye. Ji bo Yekîtiya Mamostan ku nûnertiya tevahî mamostayên Kurdistanê dike şerme ku li hemberî hemû pirsgirêkên mamostan bêdeng bimîne. Me çend xalek eşkere kirin. Lê ev rêxistin razî nebûn. Em dibêjin 28’ê Îlonê emê li ber Desteya Wezîran xwepêşandan lidar bixin. Bi şêweyek dûrî tundûtujiyê emê daxwazên mamostan bigehînine cihên peywendîdar. Belê YNK û PDK ne li gel vê biryarê ne.”

 

 

Berhem Mistefa wiha jî got; “Ji ber ku PDK vê yekê red dike, ev xalên me pêşkêş kirine di civînê de nehatin qebûlkirin. Îro ji bo me jî eşkere bû ku ev rêxistine nikare bi ti şêwey nûnertiya mamostan bikin. Em jî di civîna rêxistinekê de rûdinin ku nikare nûnertiya mamostan bike. Ji bo wê jî me weke lîsteya mamostayên Yekgirtû  civîn terikand.”

 

Piştî bi dawîbûna civînê Serokê Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê Ehmed Germiyanî daxuyaniyek xwend û wiha ragihand; “Biryar û hewldana giring ewe ku îro di civîna me de qala wê hatiye kirine.”

 

 

Ehmed Germiyanî wiha jî got; “Ger heya 25’ê Îlonê yan jî dema destpêkirina xwendinê hikûmeta Herêma Kurdistanê ti gavek cidî ne avêt, emê 27’ê Îlonê kom bibin û ji bo pirsîna daxwazên xwe li ber navenda Desteya Wezîran xwepêşandan dikin.”

 

(rn)