Di rûbarê Hîzil de keçek ji Şengalê  xeniqî

41

 

 

 

SIUD ŞAY GORAN / DIHOK

 

Li navçeya Zaxo ya Dihokê keçek ji Şengalê ligel hevalekî xwe dikevin rûbarê Hîzil, di avê de keça ji Şengalê xeniqî û hevala wê hate rizgarkirin.

 

Berkevkê Polîsên Parastina Şaristaniya Dihokê Bêwar Ebdulezîz derbarê mijarê de ji ajansa me re wiha anî ziman; "îro di saet 14:30'an de bi rêya telefonê em hatin agadarkirin ku 2 kes li navçeya Zaxo ketin ava Hîzil, dema tîmên me yên rizgarkirinê gihîştin cihê bûyerê yek jê rizgarkirin yek jî xeniqî. Heya saet 16:00'an de tîmên me li cenazeyê keça xeniqî digeriyan. Piştî kedek mezin karin derbixin.

 

Bêwar Ebdulezîz axiftina xwe wiha domand; "Ew keça di navê de xeniqiye navê wê (X.M.X) ye. Koçberên Şengalê ne. Li wargehên Zaxo dima. Li Tiba Edlî ya Dihokê cenaze radestî malbata wê hate kirin. Bi giştî li Dihokê îsal 29 kes di avê de xeniqîne. 3 ji yek malbatê bûn."