Ebadî: Bila Hewlêr şandeke nû bişîne

29

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî  li Bexda îro di civîna xwe ya heftane de, daxwaz kir ku careke din şandeya Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina çareserkirina pirsgirêka di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de serdana Bexda bike.

 

'Referandûm wê ziyanê bide destkeftiyên Kurdan'

 

Ebadî di daxuyaniya xwe de wiha got; "Referandûm wê ziyanê bide destkeftiyên Kurdan. Em daxwazê j welatiyên Kurd ên Iraqê dikin ku referandûmê red bikin. Li gorî me çareserî di guftûgo û danûstandinan de ye."

 

Ji aliyê din ve îro Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan referandûma Herêma Kurdistanê red kirîbû.

 

Hêjayî gotinê ye di roja 14'ê Tebaxa îsal de, Şandeya Herêma Kurdistanê ya ji Endamê Polîtburoya PDK'ê Roj Nurî Şaweyiş, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Endamê Polîtburoya YNK'ê Sedî Ehmed Pîre, Endamê Desteya Rêveberiya Yekgirtûya  Îslamiya Kurdistanê Mihemed Ehmed, wek nûnera Kurdên Êzidî Viyan Dexîl, weke nûnerê Mesîhiyan Romio Hekarî û nûnerê Tirkmenan Macir Bazirgan pêk dihat ji bo çareserkirina  pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û ji bo piştgiriyê ji bo referandûmê peyda bikin serda Bexda kirin. Lê li rexmê ku ligel hemû aliyên siyasî û sefîrên welatan civiyan ji piştgiriya dihat xwestin bi dest nexistin.