Eyad Elawî gihişt Hewlêr

43

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro Cîgirê Serokkomarê Iraqê Eyad Elawî bi serdanekê gihişt bajarê Hewlêrê.

 

Ofîsa Ragihandina Elawî bi daxuyaniyekê ragihand, biryare ku Eyad Elawî di serdana xwe de li gel Serokê PDK’ê Mesud Barzanî kom bibe.

 

Her wiha di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku armanca serdanê, nîqaş kirina pêşketinên dawî yên siyaseta Iraq  û Herêma Kurdistanê û mijara referandûmê  ye.

 

Hêjayî gotinêye ku duh Eyad Elawî li gel Serokkomarê Iraqê Fuad Mehsum civiya û piştre ragihand ku ew li ser rewşa siyasî ya îro axivîne, her wiha wan yekdengiya di navbera aliyên Iraqê de girîng dîtiye.

 

(rn)