Gelê Fransa li dijî reforma ‘Qanûna kar’ ya Macron radibe

52

 

 

NAVENDAN NÛÇEYAN

 

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron reformê di qanûna kar de çêdike lê, ev qanûn bi şêweyeke bi kêrî patron ango karsazan were çêdibe. Gelê Fransayê ji vê qanûna nû ya bikeve meriyetê neraziyê û xwe amade dikin li gel bajar û navendên Fransayê çalakiyên girseyî lidarbixin. Macron ku polîtîkayên lîberal dixe meriyetê, biryar dabû ku peymanên kar li gorî dilê patronan biguherîne. Li gorî anketan, di nava 4 mehan de rêjeya ecibandina Macron daketiye. Li dijî Macron wê îro li zêdeyî 180 bajarên biçûk, navîn û mezin, xwepêşandanên protestoyî û grev werin lidarxistin.

 

Çalakiyên gel wê bi pêşengiya sendîkayan peke were. Sendîkayên CGT pêşengiya çalakiya dike û sendîkayên FSU, Solîdaîres û Unef jî piştgiriya çalakiyan dikin.

 

Wekî din, li gorî anketên dawî 57 ji sedî yê gelê Fransayê, çalakiyên li dijî guhertinên Qanûna Kar tên kirin, mafdar dibînin.

 

(bz)