Ji bo tevlîbûna jinan ya siyasetê navendek hat vekirin

51

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Li ser pêşniyara Rêxistina Asude ya jinan, hinek jinên çalakvanên civaka sivîl û siyasî li Herêma Kurdistanê, ji bo damezrandina navendekî ji bo hîn zêdetir tevlî kirina jinan di hilibijartin û pêşxistina rewşa jinan di siyastê de, di 8’ê Tebaxê de civîna xwe lidarxistibûn.

 

Têkildarî mijarê çalakvana bi navê Dilsoz Zengene wiha ji ajansa me re axivî: “Armanca me ewe ku jin tevlî siyasetê bibin û di hilbijartinan de wek namzet derbikevin pêş. Her wiha şiyarî belav bikin ku ji bo postên  di desthilata biryar danê û rêveberiyê de nûnerên jinan werin hilbijartin.”

 

Her wiha Dilsoz Zengene derbarê amadekariyên projeyê de jî wiha got: “Li bajarên Silêmanî, Helebce û devera Raperîn civîn hatine kirin. Di demên pêş de wê li bajarên din jî werin kirin. Wê di dawî de biryar li ser şêwaza  bicih kirina kar biryar were dayîn.”

 

 

Li ser heman mijarê Rêveberê Navenda Pêşxistina Demokrasiyê Awat Mihemed ku wek yekem zilam tevlî projeyê bûye jî ev gotin kir: “Heya niha nêrîna civakê ji bo siyasetê nêrînek zilamsalarî bû. Em dixwazin vê biguherin  û fikrek mirovane li ser civakê bidin pêkanîn. Da ku jin zêdetir tevlî siyasetê bibin.”

 

Awat Mihemed axaftina xwe wiha domand: “Gelek sale zilaman siyasetê xetimandiye. Em bi rêya çêkirina vê navendê ve hewl didin zêdetir sud ji ezmûnên jinên di siyasetê de serkeftî û xebatên parlamentoyê bigrin û tevlîbûna  jinan di hilbijartinê zêdetir be. Divê ev fikrê siyastkirina ser jinan were guhertin û rê li jinan were vekirin ku deng bidin namzetên jin.”

 

 

Awat Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew civakên ku jin birêve dibin, serkeftî tir û aramtirin. Ji ber ku jin ji aştî û karên ciwan hez dikin. Niha mirovahiyê pêwîstî bi aramî û aşitiya civakê heye.”

 

(rn)