Ji çalakvanên Mahabadê banga grêva giştî

54

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Çalakiyên nerazîbûnê yên Rojhilatê Kurdistanê ya dijî kuştina kolberan berdewam dike. Piştî çalakiyên li Banê li gelek bajarên din yên Rojhilat jî çalakî lidarketin û gelek çalakger jî ji aliyê rejîmê ve hatibûn binçavkirin. Çalakvanên sivîl yên bajarê Mahabada Rojhilatê Kurdistanê jî îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ewê sibe li Mahabadê girêveke giştî bikin û ji bo wê jî banga beşdar bûnê li gel kir.

 

Daxuyanî ji hêla Însiyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de ji tevahî niştecihên bajêr xwest ku, sibe heta saet 11.00'an divê kes dirabeyên xwe raneke, wesayitan nexebitîne û neçe ser kar.

 

Însiyatîfê ragihand, ku ew dixwazin arîşeyên ku ji ber zexta rejîma Îranê ya li Rojhilat derketin bi awayeke aşitiyane çareser bikin, lê ji ber ku rejîma Îranê zorê bikartîne ew jî neçar mane ku serî li rêbazeke vî awayî dane.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî dest bavêje rewşê û ev daxwaz hatin kirin;

 

-Divê dawî li kuştina kolber û kesibkaran were

-Divê rêveberên xwecih û Rûhanî li dijî vê helwestê nîşan bide.

-Pêwîste ji gelê Rojhilat lêborîn were xwestin

-Çi kesê ku hatiye binçavkirin demildest divê bê şert û merc serbest were berdan.

-Li bajarên Kurdistanê divê demildest dawî li Rewşa Awarte ya fîılî were.

-Divê kartên kar ên ku ji kolberan hatine standin li wan werin vegerandin û Rûhanî sozên xwe yên di hilbijartina Serokkomariyê de bi cih bîne.

-Divê pêwîstiyên ewlehiya kolberan were pêkanîn.

 

Di dawiya daxuyaniya nivîskî de hate gotin, "ti hêz nikare li ber herka civakê bigire."

 

(bz)