Jin xwe bi keda xwe bi rêve dibe

42

 

 

 

ÎLHAM HACÎ/ ŞENGAL

 

Di hemu demên jiyanê de jin ji bo jiyanê bi rêve bibe û bide afirandin kedek mezin daye raber kirin. Li çiyayê Şengalê firin ji bo jin dabara xwe ya aborî bikin, bi pêşengitiya TAJÊ hat vekirin.  Ev demeke ku ev xebat ji aliyê jinên ciwan ve tê meşandin. Heya roja me ya îro jin bi keda destê xwe û xuhdana  eniya xwe debara jiyana xwe kiriye.

 

Girêdayî wê Karmenda vê xebatê Xatun Xwedêda ji ajansa me re wiha axivî: “Ji xwe ev 3 mehe ev firin hatiye vekirin. Em 5 keçên ciwan di vir de di xebitin,  em serê sibehê zu tên firina xwe pê dixin û dest bi karê xwe dikin. Em rojê 500 nani çê dikin bê guman zehmetiyên xwe hene, lê ev xebate ji bo me başe. Ji ber di civaka me ya Êzidî de cara yeke ku jin di xebatek wiha de cih digire. Bi taybet her dem aborî di destê zilam de maye.  jin ji bo dabara zarokên xwe bike, neçar dimine li destê zilam meyze bike. Lê ji bo jin bi xwe debara xwe bike, di xebatek wiha de cih girtine.”

 

 

Xatun Xwedêda diyar kir ku ev yek dihêle jin neçar nemîne li destê zilam bi nêre, bi xwe pêwîstiyên pêşwazî bike û wiha got: “Ji ber her dem di civakan de çavekî wiha li jinê meyze dikin ku jin nikare ti karî bike, tenê dikare zarokan bine li malê binêre. Lê dema pêşî li jinan were vekirin, jin dikare gelek xebatan bide meşandin. Ev firina ku niha li vir vebuye ji bo keçên me yên Êzidî gavek nuye, dikare pêwistiyên xwe yên jiyanî pêk bine, bi taybet em dixwezin aboriya jin li vir bidin meşandin. “

 

Xwedêda  axaftina xwe wiha domand: “Ev 3 sal li ser fermanê re derbas bu. Em di nav şert û mercên zehmet de jiyan dikin û em wek jinên ciwan di aliyê aborî de zoriyan dikişinin. Ez di wê baweriyê deme ku li vir jin dikare di hemu aliyan de debara xwe û civakê bike,  tenê pêşî li jin were vekirin.”

 

Xatun Xwedêda wiha dawî li gotinên xwe ani. “Ez bang li hemu jin û keçên Êzidî dikim ku werin cihê xwe di nav vi karî de bigrin. Pêwiste em jin  xwe di hemu aliyan de xwe bi rêve bibin û di aliyê aborî de ji civakê re pêşengtî bikin.”

 

 

(rn)