KCK û Komeleya Zehmetkêşan li ser yekîtiya netewî civiyan-HAT NÛKIRIN

57

 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Piştî civîna navbera herdû aliyan de, der barê naveroka civînê de endamê encumeniya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Eta Nasir ku ji ajansa me re axivî, got; “Me îro şandek a KCK’ê pêşwazî kir. Me li ser rewşa siyasî ya herêmê guftûgo kir. Her wiha me li ser civînek a şêwra netewî ya hizib û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê kir. Biryare di 15-16’ê Îlonê de ev civîn li Ewropa bê lidar xistin.”

 

Eta Nasir wiha jî got; “Me nêrîna xwe ya li ser vê civîna şêwra netewî ji KCK’ê re ragihand. Pêwîst bû pêştir li gel aliyan li ser vê civînê bihata axaftin û hemûyan bi hev re amadekarî jê re kiriban. Nedibû piştî pêkhatina hemû tiştî şûn de em bihatina vexwendina vê civînê.”

 

 

Her wiha Eta Nasir diyar kir ku wan weke Komeleya Zehmetkêşan biryar daye tevlî civîna aliyên Rojhilat a li Ewropa nebin û ji ber ku li gor me wê ti encamek xwe nebe.

 

Kongreya Netewî ya Kurdistanê di dîroka 15-16’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmanî, li Hola Telarî Huner, bi beşdariya zêdetirê 300 kesan, ji nûnerên Partî û aliyên siyasî, perlementerên kurd, mamosteyên zanîngehan,  nûnerên rêxistinên sivîl û lêkolîner û kesayetiyên serbixwe, rewşenbîr, nivîskar, oldarên Kurd pêkhat. Encamnameya şêwrê bi  erêkirin û pesend kirina hemû pêkhateyên şêwrê hate eşkerekirin.

 

Hêjayî bibîrxistinêye ku di şêwrê de ev xal hatibûn destnîşankirin ku Eta Nasir îdia dike agahiya wan ji van xebatan nîne, ji ber vê sedemê wê beşdarî şêwra netewî ya Rojhilatê Kurdistanê nebin;

 

-Hemû partiyên siyasî, nûnerên saziyan û kesayetên hêja ku tevlî şêwra KNK’ê bûne, ji bo pêwistî û zerûriyeta yekîtiya neteweyî nêrînên xwe anîne ziman û destnîşankirine ku di vê mijarê de ewê hemû berpirsyariyên ku dikeve ser milê wan bi cîh bînin.

 

-Hemû beşdarên şêwra KNK’ê, diyar kirine ku divê xebatên yekîtiya netewî bi vê şewrê re sînordar nemînin û heta Kongreya mezin a Kongreya Neteweyî were kirin. Bê navber ev şêwir dewam bike û di vî warî de biryardariya xwe nîşan dane.

 

-Pîvan û rêbazên yekîtiya neteweyî kilîda pêkhatina yekîtiya neweyeyî ye. Ji ber vê yekê divê ev mijar hem ji aliyê partiyên siyasî, dînamîkên neteweyî û niştîmanî, hem jî ji aliyê rewşenbîr, nivîskar, akademisyen, hunermend, Oldaran, pêşengên civakê û jinên Kurd ve bi awayekî lezgîn û berfirehî were nîqaşkirin. Ji bo vê, şêwra me biryar daye ku li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, li Rojava û Ewrûpayê û derveyî welat xebateke dewlemend ya bi vî rengî were meşandin. Weke gava duyemîn, armanca me ew e ku ev encamên ku di warê pîvan û xalên bingehîn de li van parçeyan derketiye holê, di şêwreya duyemîn de ku bi beşdariya hemû parçeyên Kurdistanê û Ewrûpa û Cîhanê were pêkanîn û temamkirin.

 

(rn)