KNK’ê li Kerkûkê civîna yekîtiya neteweyî lidarxist

35

 

 

 

RÊBAZ SEBAH / KERKÛK

 

KNK'ê piştî hevdîtinên yekîtiya neteweyî ya bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, dest bi civînên gel kir. Di vê çarçoveyê de li Hola Şehîd Sîrwan Talebanî ya Kerkûkê, KNK'ê têkildarî stratejiya yekîtiya netewî ji gelê Kerkûkê re civînek li darxist, ji bo nêrîn û pêşniyarên wan yên ji bo yekîtiya netewî bigrin. Endamê KNK'ê Dr. Yusif Hesen, Endamê Desteya Rêveberiya KNK'ê Dr. Kamûran Berwarî û endama KNK'ê Dr. Faîze Xetab beşdarî civînê bûn.

 

Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveberiya KNK'ê Kamûran Berwarî axivî. Berwarî balkişand li ser yekîtiya netewî û kongreya netewî û diyar kir ku ji bo lihev nêzîkbûna aliyên siyasî û rêxistina mala Kurdan kongreya netewî û yekîtî pêwîste û gelek girînge.

 

 

Berwarî wiha destnîşan kir; "Ji bo lidarxistina kongreya netewî wê hewldanên me berdewam bikin. Pêwîste hemû alî derkevin pêş û piştgiriya lidarxistina kongreya netewî bikin. Bi rastî YNK û Tevgera Goran hatine pêş û lidarxistina  kongreya netewî pêwîst dibînin."