Konseya Ewlekariyê ya NY pêkanînên li dijî Koreya Bakur erê kir

45

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî ku Koreya Bakur moşekêen balîstîk û bombeya hîdrojenê ceriband û di encama vê ceribandinê de erdhejeke dijwar rû da, hêzên navnetewî li dijî van ceribandinên Koreya Bakur ketin tevgerê. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, pêşniyarên ji bo pêkanînên li ser Koreya Bakur bi yekdengî erê kir.

 

Çîn û Rûsya jî beşdarî ew pêşniyarên Amerîkayê yên dijî Koreya Bakur bûn.

 

Wê li şûna ambargoya petrolê, dê petrola xav ya bo Koreya Bakur were sînordar kirin.

 

Koreya Bakur, piranîya petrolê ji Çînê distîne.

 

Toleyên nû, bo Pyongyangê îxracata tekstîlê, ku yek ji dahatên girîng yên Koreya Bakur e, qedexe dike.