Li Çemçemal ji bo mafê jinan dewreyek perwerdê hat vekirin

33

 

 

 

Îro li navçeya Çemçemal a ser bi Silêmanî, Desteya Bilind a Jinan, bi alîkariya Qeymeqamtiya navçeyê,  Ofîsa Tekoşîna dijî Şideta ser Jinê û ajansa UNFPA ku rêxistinek navnetewiye, derbarê yasayên taybet yên mafê jinan de dewreyek perwerdeyê vekir. Gelek karmend û berpirsên beşê yasa yên navendên navçeyê tevlî dewreyê bûn.

 

Têkildarî vekirina dewreyê Endama Desteya Bilind a Jinan Emel Celal wiha ji ajansa me re axivî: “Armanca dewreyê bi cih kirin û  balkişandin ser  bend û madeyên taybet yên yasayên di hêla şideta nav malbatê de ye.  

 

 

Her wiha Emel Celal  got: “Em di xwazin ji lêkolînvanên navendên polîsan re bêjin ku wê çawa li gel jinên rastî şidet û gefan hatine, danûstandinê bikin.

 

 Di dewama axaftina xwe de Emel Celal  destnîşan kir ku dewre îro û sibe dewam dike û di dema pêş de jî wê li navçeya Soran û navçeyên din dewre vekin.

 

Endama Desteya Jinan Emel Celal axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Vekirina tevgerên bi vî awayî dibe sedema şiyar kirina civakê. Lê ji bo balkişandina ser û bi cihkirina yasayan, pêwîstiya me bi alîkariya ragihandinan heye.  Da ku ruhê efu kirin û ji hev fêmkirinê dinav civakê de zêdetir bibe û şideta nav malê kêmtir bibe.”