Li Diyana jinek ciwan ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da

46

 

 

ZAHIR ÎBRAHÎM/ SORAN

 

Berdevkê Rêvebertiya Têkoşîna dijî şideta ser jinan a Diyana, Şêrwan Xelîl ku ji ajansa me re axivî û got; “Li gor lêkolîna em temenê jina ciwan a şewitî 18 salî ye. Ji ber rêjeya zêde ya şewata bedena wê ku ji sedî 90 bû, me nekarî ti gotinek jê bigirin.”

 

Şêrwan Xelîl diyar kir ku heya niha îfadeyên malbata jina ciwan nehatine girtin û wiha dewam kir; “Li gor lêkolînên destpêkê tê gotin ku ji ber gazê şewitiye. Nayê zanîn şewitiye yan xwe şewitandiye. Heya niha li ser bûyerê kes nehatiye binçavkirin. Lêkolîna li ser bûyerê hatî kirin, ji dadgehê re hatiye şandin.”

 

Hêjay gotinê ye li gor lêkolîna Desteya Serbixwe ya Mafê Mirov tenê di Tebaxa îsal de 5 bûyerên xeniqandina jinan, yek bûyera xweşkuştin û 2 bûyerên birîndarkirina jinan çêbûne.

 

(rn)