Li Herêma Kurdistanê hejarî di astek metirsîdar deye

26

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Li gorî bîlançoya Saziya Îstatîstîkên Silêmanî ji ajansa me re eşkere kirî, piştî derketina krîza aborî rêjeya hejariyê  li Herêma Kurdistanê ji seda 3’ê derketiye ji sedê 15. Ev jî rêjeyek metirsîdare.

 

 Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Mehdî Mihemed ku kêm endame hikûmetê rexne kir û wiha axivî: “Heyfe ku sîstema paşxistina mûçe, mûçeyê kêm endaman jî bigre nava xwe. Mûçeyê herî zêde 90 hezare û yê herî kêm jî 60 hezare. Dervey wê jî nû mûçeyê meha 12 ya sala par nû werdigrîn.”

 

 

Her wiha Mehdî Mihemed   got: “Li rexmê hebûna xakek  ji petrolê dagirtî û hebûna dahatek zêde, kêm endam ji zilma bi navê sîstema paşxistina mûçe bê beş nebûye. Eger hikûmet nikare erebaneyekî ji bo kêm endaman bide, hikûmet pişta kêm endaman di hêla aborî de dişkêne.”

 

Li ser jiyana xwe, kem endamê bi navê Senger Osman jî ev gotin kir: “Jiyana me gelek xirabe. Em dikarin bêjin li jêr sînorê hajarî de ne. Eger ev krîza ku hatiye çêkirin ji bo kesek bi tendurist yek car krîz be, ji bo kêm endaman du car krîze. Ji ber ku em nikarin hemu karan bikin.”

 

 

Senger Osman destnîşan kir ku sala 2011’an de girêdayî kêm endaman yasayek derket, lê hikûmet yek bend jî bi cih ne anî û wiha pêdeçû: “Li rexmê ku ew yasa bêyî amadebûna kêm endaman biryar li ser hatiye dayîn jî, dîsa weke berê lê hat û bi cih ne hat. Carnan me di got bila yasa were bi cih kirin. Lê em niha dibêjin bila mûçeyê me weke berî derketina yasayê be.”

 

  Li ser heman mijarê Endamê Rêxistina li Dijî Hejariyê Ehmed Hewramî jî diyar kir ku piştî 26 sal desthilatdarî jiyana welatiyan berbi xirabbûnê ve çûye û diçe jî, ji ber ku desthilatdar ne nûnerê rast yê gelin.

 

 

Ehmed Hewramî axaftina xwe bi van gotinan domand: “Em dibînin ku mûçe her sê meh carekê tê dayîn. Her wiha kesên teqawîtbûyî mûçeyê sala buhrî nû werdigrin. Sedema wê jî bê planiya desthilatê ye. Niha gel di çar aliyan de di nav hejariyê de dijî.”

 

Rêveberê Saziya Îstatîstîkên Silêmanî Mehmud Osman bîlançoya hejariyê eşkere kir û wiha got: “Li Herêma Kurdistanê ji sala 2003 ve, rêjeya hejariyê ji seda 3  bû. Lê piştî krîza aborî ya Herêma Kurdistanê, ango piştî sala 2014’an rêjeya hejarî gihiştiye ji sedê 15. Ev jî rêjeyek metirsîdare.”

 

(rn)