Li Hewreman werza çinîna tirî-Bi Wêne

29

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HEWREMAN

 

Jina binavê Maycan Mihemed ku ji gundê Belxey ê Hewremane, ji ajansa me re wiha axivî; “Salane di dawiya werza Havîn û destpêka Payîzê de em li Hewreman dest bi çinîna tirî dikin. Ew tiryê baş be li bazaran di firoşin û didin xizmên xwe. Yê dimîne jî dikin mewîj û şerbet.”

 

 

Maycan Mihemed wiha dewam kir; “Ji ber guhertinên di rewşa hewa, her wiha hebûna beraz û zindewarên bi ziyan, divê tirî zû biçinîn. Salên pêştir heya werza Zivistanê jî tirî bi daran ve dima û me sûd jê digirt.”

 

Li ser xebitîna jinan di baxçan de jî Meycan Mihemed got; “Karê baxçevaniyê ne tenê li ser zilamene. Her çed ji bo me girane jî, belê me jî kariye weke zilaman vî karî bikin. Avdan bikin û berheman kom bikin.”

 

Her wiha jina ciwan a binavê Mehabad Heme Kerîm jî ku li gel malbata xwe karê baxçevanî û çinînê dike, wiha axivî; “Her ji zarokatiyê ve ez li gel malbata xwe  karê baxçevaniyê dikim. Di dema avdan û çinîna berheman de alîkariya wan dikim. Niha jî weke salên pêştir ji bo karê çinînê em hatine vir.”

 

 

Yek ji ciwanên xelkê gundê Belxey Zekerya Îsmaîl jî li ser karê baxçevaniyê wiha axivî; “Baxçevanî û çinîna berhemên tirî û berhemên din li Hewreman bi yek kesî nayê kirin. Hemû werzan em bi hevre dikin. Li Hewreman werza Payîzê taybetmendiya xwe heye ku ew jî dema çinîna berhemên salê ye. Her wiha li gel vî karî jî, em demek xwe derbas dikin.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

(rn)