Li Koyê derbarê referandûmê de semîner

43

 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Li Hola Çetir ya rêxistinên navçeya Koyê Hewlêrê ji aliyê Tevgera Goran, Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê û Komeleya Îslamiya Kurdistanê  semînerek darbarê aliyê siyasî û yasayê yê referandûma Herêma Kurdistanê hate lidarxistin.  Ji Tevgera Goran Birwa Resul, ji Komeleya Îslamiya Kurdistanê Dana Dara û ji Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Nerîman Ehmed axivin.

 

Di serî de Ji Tevgera Goran Birwa Resul axivî û got; "Divê li parlamentoyê li ser referandûmê bê axaftin. Yan jî bi rêya parlamentoya Iraqê daxwaza pêk anîna referandûmê bê kirin. Ji bo ku bi rêya yasayî pêk were. Weke Tevgera Goran 3 daxwazên me ji bo pêkanîna referandûmê heye. Yekem, divê li parlamentoyê biryar li ser referandûmê were dayîn. Duwen, referadûm ji bo serxwebûnê be. Sêyem, divê herêmên ji derveyî Herêma Kurdistanê mane ji pêk wre."

 

Ji Komeleya Îslamiya Kurdistanê Dana Dara jî li ser astengiyên yasayî axivî û wiha destnîşan kir; "Yekem astengiya li pêşiya referandûmê, nebûna piştgiriya yasayî ye. Ti bingehên xwe yên yasayî nîne. Duwem, piştgiriya destûrî jî nîne. Di dema xwe de Kurdan nekariya ji bo diyarkirina çarenûsa xwe ya di destûra Iraqê de zextan bike. Astengiyekî din a yasayî li pêşiya referandûmê de ewe ku nekarine li tevehiya navendê bike pejirandine û baweriya wan bigre."

 

Piştre jî Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê Nerîman Ehmed axivî û wiha anî ziman; "Ew siyaseta xirab ya ku ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatiye bi rêvebirin, xelk ber bi rewşek xirab ve biriye. Vê yekê bê bawerî çêkiriye. Li gorî me xistina rojevê ya referandûmê ji veşartina van pirsgirêkên ji aliyê partiyên siyasî ve hatine xuliqandinin. Aliyek din rojevkirna referandûmê, ji aliyê welatên cîran weke Tirkiyeyê ve ye. Bi taybet PDK armancên Tirkiyeyê pêk tîne. Ji ber vê yekê weke Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê li cihê referandûmê projeya me heye. Li gorî projeyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê divê hikûmetek ji 150 kesî ya ji kesayetî û nûnerên rêxistinên sivîl bê avakirin. Herwiha proje xweseriya demokratîk bingeh digre. Li gorî me ji bo Başûrê Kurdistanê xweseriya demokratîk projeyekî pêşkeftiye."

 

Dawiya semînerê beşdaran pirsên xwe kirin.