Li ser weşanên TV’an daxwazanameyek hat dayîna Wezareta Rewşenbîrî

38

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Îro li navenda Metro li bajarê Silêmanî bi armanca astengkirina şidet û bê rêziyên ku hinek qenalên televîzyonê dikin, daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Rewşenbîrî û Dadgeha Giştî hat kirin. Rojnameger  û lêkolînvanê civakî Letîf Hisên  naveroka daxwaznameyê  di daxuyaniya  çapemeniyê de xwend.

 

Di daxwaznameyê de wiha hate gotin: “Çapemenî yek ji lingên civaka sivîle, ji bo pêşxistina civakê lingek girînge. Ji ber wê çapemenî û qenalên heyî jî her yek di aliyê xwe de rolek mezin di pêşxistina welat de di lîzin. Bê guman her şaşiyekî çapemenî û ragihandinkaran, bi armanc an bê armanc bandorek mezin li ser jiyana civakê û ewlehiya civakê dike.”   

 

 

Her wiha Letîf Hisên got: “Li Kurdistanê di dema karkirinê de pêwîste ragihandinkar  exlaq û destûrê karkirinê li ber çav bigrin. Berojavî wê emê di dema  her binpêkirinek li hember rojanemger û çapemeniya deng de  parastin û nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Ev jî nayê wê wateyê ku  li ser şaşî û binpêkirinên ragihandinkaran li hember gel, civak û ewlehiya civakê bê deng bin. Bi taybet di dema piştguhxistina yasaya karê rojnamegerî û nebûna ti belgeyên ku di weşîne de helwest nîşan bidin.”

 

 

Letîf Hisên di dewama daxwaznameyê de ev tişt anî ziman: “Di demên buhrî de qenala Net TV hinek bername weşand ku ne tenê ne di xizmeta civak û ewlehiya civaka Kurdistanê bû, di heman demê de bûye amûrekî weşandina  hinek pirsgirêkên taybet yên civakî di nav raya giştî de. Di hinek bernameyan de ku bernameyên giştîne, gotin û axaftinên ne guncaw bi navê nûçeyên magazinê û bernameyên standart belav dikin. Di tu welatên cîhanê de ji bo gotin û bernameyên wisan destûr nayên dayîn. Di televizyonê de qenalek giştiye û wek tora civakî jî danûstandin li gel tê kirin.”

 

 

Daxwazname wiha bi dawî dibe: “Ji aliyên peywendîdar daxwaz dikin ku li ser vê mijarê helwest nîşan bidin ku kiryarên wisan nebe rêkarek xirab ji bo karê çapemenî û çapemeniya Kurdistanê berbi  çapemeniya zer ve neçe. Em li vir pirsgirêkê pêşkêşî Wezareta Rewşenbîrî û Dadgerê Giştî dikin ku pêwîste rê nedin qenalann ku civakê tevlîhev bikin û di navbera malbatan de pirsgirêkan çêbikin.”

 

Serokê Sendîkaya Rojnamegera  yê Şaxê Silêmanî  Karwan Enwer di daxuyaniya çapemeniyê  de axivî û got: “Di hinek qenalan de dîmenên ne guncaw û rêzfilmên ne destdayî tên nîşandan. Ji ber wê daxwaz ji Rêveberiya Rewşenbîrî û Wezareta Rewşenbîrî dikin ku  li daxwaznameyê kar bikin û ew bername û rêzefilmane rawestînin.”

 

 

Rêveberê Giştî Rewşenbîriya Silêmanî Babekir Direyî jî di daxuyaniyê de ev axaftin kir: “Biryar ne li ser belavkirinek li bajarê Silêmanî tê dayîn, di heman demê de li Hewlêr jî tê dayîn. Divê dadgeh li ser mijarê biryar bidin.”

 

 

Piştre daxwazname ji bo pêşkêşkirina Wezareta Rewşenbîrî, radestî Babekir Direyî hat kirin.

 

 

(rn)