Parlamenterê YNK’ê: Referandûm ne ji bo cûdabûna ji Iraqê ye

32

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Li ser mijarê parlamenterê YNK’ê yê li Parlamentoya Iraqê Ferhad Qadir ku ji ajansa me re axivî, diyar kir ku wan dijî vê biryarê salona parlamentoyê terik kirin, ji ber ku li ser mijarê nêrîna ti Kurdekî nehat girtin.

 

‘Referandûm ne ji bo cûdabûna ji Iraqê ye’

 

Ferhad Qadir got; “Referandûm ji bo wergirtina nêrîna gel e û dibe ku çend salên din li ser vê xebat were kirin. Me ji wan re gotiye ku referandûm ne ji bo cûdabûna ji Iraqê ye. Mijara cûdabûnê ger ket rojevê, wê bi şêweyek aştiyane çêbibe, ne bi şer û aloziyê.”

 

Ferhad Qadir bal kişande ser helwesta Ebadî ya li ser mijarê û got; “Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi xwe bi eşkereyî diyar kir ku ew referandûmê qebûl nake. Ebadî aloziya siyasî çêdike. Hinek kes jî hene dixwazin vêna hîn kûrtir bikin û li Iraqê şerê navxweyî derbixin. Belê rewşa Iraqê, şerê DAIŞ’ê û amadekariyên ji bo rizgarkirina herêmên dibin destê DAIŞ’ê de wisa dike ku ev mijare bi guftûgo were çareserkirin.”

 

Biryare ku di 25’ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê referandûm pêk were. Belê heya niha ne li Herêma Kurdistanê û ne jî li Iraqê yekdengbûnek siyasî li ser encamdana referandûmê çênebûye.

 

(rn)