Parlamentoya Iraqê pêkhatina referandûmê red kir

43

 

 

BEXDA/ ROJNEWS

 

Di rûniştina parlamentoyê de piştî pêkhatina referandûmê hat xistina deng, bi dengên zêde pêkhatina referandûmê li Herêma Kurdistanê hat redkirin. Parlamenterên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê rûniştin boykot kirin.

 

Her wiha Parlamentoya Iraqê ji hikûmeta Iraqê daxwaz kir ku bi hemû şêweyek hewl bide pêkhatina referandûmê li Herêma Kurdistanê bide rawestandin. Sedema vê jî referandûm weke metirsiya li ser ewlehî, aramî û yekparçebûna Iraqê hat nişandan.

 

(rn)