Pêngava Reqa: Li derdora baxçeyê Reşîd û nexweşxaneya Wetenî şer dijware

52

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku şervanên QSD′ê taxa Sekenê rizgar kirin, şer veguherî derdora baxçeyê Reşîd û nexweşxaneya Wetenî. Li van herêman şer bi dijwarî didome.

 

Wesayîtekî bombebarkirî hat rûxandin

 

Çeteyên DAIŞ′ê jî hewl dan bi riya wesayîtên bombebarkirî û êrîşên xwekuj pêşevçûna şervanan asteng bikin. Di bersivdayîna şervanan de wesayîtekî bombebarkirî hat rûxandin û çeteyekî xwekuj  xwe li derdora nexweşxaneyê teqand.

 

 5 şervan şehîd bûn

 

Şer bi dijwarî didome û şervanan avahiyên stratejîk li derdora baxçeyê Reşîd û nexweşxaneya Wetenî rizgar kirin. Pêşveçûna şervanan ji bo rizgarkirina baxçe û nexweşxaneyê didome.

 

Navenda Ragihandina QSD′ê ragihand ku di vî şerî de 5 şervanên wan şehîd bûn.