Pêşmergeyên Rojhilat dixwazin vegerin Balekayetî û gel jî qebûl nake

36

 

 

ZOSIK BALEK/ BALEKAYETÎ

 

Pişt ku pirsgirêkên di 25’ê meha buhrî de  li gundê Gundejor ya Balekayetî  di navbera welatiyên gund û pêşmergeyên  Komeleyên Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de rûdayî de, baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ji Balekayetî hatin derxistin. Piştî rewş aramtir bû, partiyên Rojhilatê Kurdistanê di xwazin vegerin devera Balekayetî.

 

Têkildarî mijarê Pismamê  du birayên ku jiyana xwe ji dest dayî Mişîr Xidir wiha ji ajansa me re axivî: “Partiyên Rojhilatê Kurdistanê di xwazin vegerin deverê û baregehên xwe ava bikin. Lê, me û gel wê yekê qebûl  nekir û naxwazin carek din li deverê navend û baregehên xwe vekin.”

 

 

Her wiha Mişîr Xidir got: “Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bi xwe ji gotibû eger hun nexwazin em navegerin. Lê HDK’ê komek şandibû heman cihî û di nav zinaran de xwe veşartibûn. Me ji çend caran ji wan xwest ku  ji vir derbikevin. Niha ew çune  li wir nemane. Lê her tim dixwazin bi rêya aliyan û eşîran vegerin ser baregehên xwe.”

 

 Mişîr Xidir axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hizbî Komeleya Şoreşgeran  ku sucdarên  kuştin û birîndar kirina çar birayane, me di nav xwe de biryar daye ku bi ti awayî nabe vegerin deverê. Wan hewl dida bi rêya lihevkirinê eşîrî em li hev werin. Lê me biryar daye ku ne bi pere û ne bi ti awayî li hev nayên. Ji ber wê me ne hişt ku serdana me bikin û tevlî taziya sersaxiya me jî bibin."

 

Li aliyekî din li ser heman mijarê Berpirsê Komîsyona Leşkerî ya Hizbî Demokrata Kurdisana Îranê HDK-Î Rostem Cehangirî ji ev gotin kir: “Di dema derketina bûyerê de me ji bo rêzgirtina li gel, me ji pêşmergeyên xwe yên li deverê xwestibû ku wir vala bikin. Niha ji bo vegera li baregehên xwe  û gihiştina li hevkirinekê, hevalên me di nava guftûgoyan de ne.”

 

 

Berpirsê Komîsyona Leşkerî ya Hizba Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdulah Azerbar jî ragihand ku wan bi awayek ji çapemeniyê veşarî, bi rêya kesayetên diyar ên Balekayetî, hizb û dilsozên welatparêz hewl daye  ku pêşmergeyên wan vegerin devera ku valekirî, lê wek pêwîst hewldanên wan encam negirtin.

 

 

Di dawî de Ebdulah Azerbar got: “Raste ew mijar li gorî hêzên din ji bo me girantire. Ji ber ku bûyer ji me derketiye û em berpiryarin. Ji ber ku pêşmergeyên me beşek ji bûyerê ne. ji ber wê nîqaşa di navbera me û aliyê beramber de ne hêsane. Ji bo rewş aloztir nebe û rewş aramtir bibe, me di destpêkê de  navendê xwe vala kir  û pêşmergeyên xwe radestî asayîş û saziyên hikûmetê kir.”

 

Berî niha di 29’ê Tebaxê de malbatên qurbaniyan di daxuyaniya çapemeniyê de  li hember efukirina bûyerê û aramkirina rewşê du daxwaz kiribûn. Yekem sucdar werin ceza kirin û ya duyem jî navend û baregehên ti partiyekê li devera wan  namîne.

 

 

Di 25’ê Tebaxê de li gundê Gundejor ya devera Balekayetî di encama pirsgirêkek dinavbera welatî û pêşmergeyên Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê pevçûn derket. Di encamê de du welatî jiyana xwe ji dest dan û du kes jî birîndar bûn. Li hember bûyerê, di encama bertekên gelê deverê de hemû bargehên hizbên Rojhilatê Kurdistanê hatin şewitandin û  pêşmergeyên wan hatin derxistin.

 

(rn)