Polîsên Silêmanî: Kesek bi guleyê hate kuştin

35

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Polîsên Silêmaniyê vê êvarê bi daxuyaniyekî nivîskî  daxuyakirin ku cenazeyê welatiyekî ji Silêmaniyê li Qeywan a sînorê Silêmaniyê hatiye dîtin.

 

Polîsên Silêmaniyê ragihand ku bi çekê hatiye kuştin û ji aliyê hêzên wan ve cenaze rakirine tiba edlî ya Silêmaniyê.  Hate gotin ku derbarê bûyerê de lêkolînê destpê kiriye.

 

Li gorî agahiyên Polîsên Silêmaniyê dane navê kesê hatî kuştin (R.M. A) ye û di sala 1969'an de li taxa Îbrahîm Ehmed a Silêmaniyê ji dayik bûye.

 

Ji berî du rojan jî cenazeyê kesekî kuştî li ser Çiyayê Giwêje yê Silêmaniyê hate dîtin.