Rûsya bi Tirkiyê re kontrata moşekên S-400’î îmze kir

42

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Rûsyayê piştrast kir ku wan li gel Tirkiyê kontrata moşekên S-400’î îmze kirine. Şêwirmendê Serok Dewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku di heman demê de berpirsê beşa teknîka leşkeriye Vladîmîr Kojîn jî vê agahiyê piştrast kir û got: “Bi Tirkiyê re ji bo sewqiyeta pergala parastina moşekên S-400’î kontrat hat îmzekirin û dê ev kontrat têkeve meriyetê.”

 

Kojîn diyar kir ku ew bertekên welatên Rojavayî ya zextê li Tirkiye dikin, dizanin û got:Ez dikarim garantiyê bidim ku biryarên di kontratê de hatine wergirtin li gorî berjewendiyên me yên stratejîk in. Lewma em bertekên welatên rojavayî ku ji bo pergala S-400î zextê li Tirkiyeyê dikin dizanin."

 

(bz)