Şaredariya Helebce li ser xebatên referandûmê aliyên siyasî hişyar kir

41

 

 

HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE

 

Der barê mijarê de Cigirê Serokê Şaredariya Helebce, Ebdulhekîm Necîb ji ajansa me re wiha axivî; “Me di civînê de ji nûnerên partiyên siyasî re got ku divê di dema miting û xebatên ji bo hilbijartin û referandûmê de, parastin û paqijiya jîngeyê berçav bigirin. Ji ber ku nabe hemû cihekî li gor daxwaza xwe ji bo mîtingên xwe bikar bînin.”

 

Ebdulhekîm Necîb wiha jî got; “Her wiha me ji wan re ragihand ku di dema destpêkirina mîgingên hilbijartin û referandûmê de, divê li cihên ku jê re hatine diyarkirin, miting bikin. Ger derve vê derkevin wê rastî cezayê yasayî û darayî werin. Her wiha pankartên cihên me diyar nekirîn dema hatin hilawîstin, wê bên jêkirin.”

 

 

Ebdulhekîm Necîb diyar kir ku armanca wan ji vê yekê ewe ku jingeya herêmê paqij û biparêzin û jingeya bajar têk neçe ye.

 

Hêjay gotinê ye ku biryare di 25’ê Îlonê de referandûm û di 6’ê Mijdara 2017’ê de jî hilbijartinên parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê bên lidarxistin.

 

(rn)