Wergirtina cilên Kurdî di nav jinan de kêm bûye

46

 

 

 

Yek jî resenî û çanda gelê Kurd cil û bergên Kurdiye. Her ji kevin de jin û zilaman di mal û derve de li xwe dikirin. Lê di dawiya salên 90’an û pêde, li Herêma Kurdistanê  li xwe kirina cil û bergên Kurdî kêm kiriye.

 

Têkildarî mijarê welatiya ji Helebce a bi navê Çinur Eshed balkişand ser sedema kêmbûna li xwe kirina cil û bergên Kurdî û wiha ji ajansa me re axivî: “Yek ji sedemên sereke hikûmete ku destûr nade karmendan bi cil û bergên Kurdî ve biçin dewamê. Salê tenê rojek ji bo cil û bergên Kurdî hatiye veqetandin. Ev jî bê nirx kirina cilê Kurdiye.”

 

 

 Li ser wergirtina cilên Kurdî ji aliyê ciwanan ve jî Çinur Eshed got: “Ji ber nebûna şiyariya çand û ziman ji bo parastina reseniya cil û bergên Kurdî di nav ciwanan de, zêdetir serî li wergirtina cil û bergên mode didin.”

 

Li ser heman mijarê Jina xeyat (Terzî) a bi navê Kanî Hewramî  li ser kêm wergirtina cilên Kurdî di pîrozbahiyan de  diyar kir ku sedema wê krîza aborî, giraniya qumaş û çav dayîna cilên mode ne.