‘Çareseriya pirsgirêka gelê Kurd û Îranê guhertina hişmendiya desthilatpereste’

31

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

KODAR’ê di destpêka daxuyaniya xwe de wiha ragihand; “Di nava hefteya buhrî de rêberê Komara Îranê di peyamek xwe de diyar dike ku nabe di civakê de binpêkirin, newekheviya olî û nijadî hebe. Ev jî wê rastiyê îspat dike ku di nava 38 salên sîstema Wîlayeta Feqeyî (sîstema hiyeraşîk) timî civak xistiye nava binpêkirin û tundûtujiyê de. Civaka Kurdistanê yek ji gelên Îranê yên herî zêde rastî vê hatiye ye. Gelên Kurdistanê bê navber rastî cûdahiya qewmî û olî hatine. Piştî 38 salan, rêberê Komara Îslamiya Îranê nû li van kiryarên xwe yên ne rast mikûr hat.”

 

‘Rojane gel ji ber cûdahî, fikir û zimanê xwe rastî darvekirin û êşkenceyê tên’

 

KODAR’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişande ser bûyerên dawî yên li Rojhilatê Kurdistanê û wiha pêde çû; “Mikûrhatina li ser zextên civakî yên li Îranê di demek wisa deye ku rojane gelê vê herêmê ji ber sedema cûdahiya fikir, ziman, ol û netewî rastî astengî, girtin, êşkence û darvekirinê tê ye. Belê nabe li Îranê zext û cûdahî hebin. Bes gelo kê ev yek meşandiye? Ew jî xwediyê Komara Îslamiya Îran û hişmendiya desthilat a ‘yek dewlet û yek netew’ bi xwe ye. Ew hişmendiya ku pir rengî û cûdahiyan weke metirsiyek ji bo xwe dibine ye.”

 

‘Ji bo çareseriya pirsgirêkên gelê Îranê pêş hilbijartinê me nexşerêyek pêşkêş kiribû’

 

KODAR’ê bi dewamî bal kişande ser nexşerêya xwe ya di hilbijartinên buhrî de pêşkêş kirî û wiha dewam kir; “Em weke KODAR’ê di nexşerêyek ku pêş hilbijartinên Serokkomar û meclisan de belav kir. Me qala hebûna pirsgirêkên civakî û krîzan kir. Her wiha me rayedarên Îranê jî hişyar kiribûn ku ger pirsgirêkên gelên Îranê û gelê Kurdistanê neyên çareserkirin de ku pêwîstiya wê bi çareseriya demokratîk heye, ne tenê wê bibe sedema destwerdana ji derve li ser Îranê çêbibe, ji vê hîn giringtir ewe ku civak bi xwe wê li dijî vê desthilatê rabe.”

 

KODAR’ê wiha dewam kir; “Niha jî KODAR cardin dubare dike ku yekane çareseriya pirsgirêka gelên Kurd û Îranê, guhertina hişmendiya desthilatperest û navendperestî ya di bingehê yasaya Îranê de bê guhertine. Divê ev guhertin tenê bi gotin û li ser kaxezan nemine. Ger ku ev yek neyê pêkanîn, wê pirsgirêk kûrtir bibin.”

 

‘Ger Îran di çareseriya pirsgirêka Kurd de ne cidî be wê gelek serhildanên din çêbibin’

 

Herî dawî jî KODAR’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî; “Divê ji bo bajar û gundan rêveberiya xwecihî pêk were. Her rêveber jî kesên ji wê herêmê û bikaribin birêve bibin bixwe bin. Mijarên din jî dikarin bi demokrasi û azadiyê bên çareserkirin. Ger ku Komara Îranê di çareseriya pirsgirêka Kurd de samîmî û cidî nêz nebe, wê gelek serhildanên din weke ên hefteya buhrî li Rojhilatê Kurdistanê çêbûyîn, çêbibin.”

 

(rn)