Efşîn Hisên Penahî li Sine hat dadgehkirin

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ev jî di demek de ye ku Efşîn Hisên Penahî alîkariya rêxistinên parastina jîngehê yên Rojhilatê Kurdistanê dikir  û di sala 2001’ê de hat girtin. Bi îdiayên tevlî xebatên dijî sîstema Komara Îslamî ya Îranê bûye, salekê hat cezakirin.

 

Hêjay gotinê ye ku di dawiya meha Gulanê de li taxa Şelmanî ya bajarê Sine komek 4 kesî ya pêşmergeyên Komele ketine kemîna hêzên rejîma Îranê. Di encama şerê li vir rû da de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penayîş bi birîndarî hat girtin. Ji wê rojê ve bê navber zextên li ser malbata Hisên Penahî zêde bûne. Di vê çarçoveyê de 6 endamên vê malbatê hatine girtin. Heya niha jî ti agahiyek ji Ramîn Hisên Penahî nehatine girtin.

 

(rn)