Goran: Emê encama civîna xwe li gel YNK û PDK’ê nîqaş bikin

49

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Li ser mijarê Rêveberê Odeya Hilbijartinan ê Tevgera Goran Zimnako Celal ku ji ajansa me re axivî, got; “Duh şanda Goran li gel YNK û PDK’ê li bajarê Hewlêr civiyan û li ser çend babetan nîqaş kirin. Encama civînê wê dinava organên Goran dê were nîqaşkirin. Piştre wê helwesta xwe ya fermî ragihîne.”

 

Zimnako Celal wiha jî got; “Wê di encama civîna me ya navxweyî de biryar bê dayîn ka wê civîna me ya li gel YNK û PDK’ê dewam dike yan bi dawî dibe.”

 

Hêjay gotinê ye ku di 10’ê Îlonê de Encûmeniya Bilind a Referandûmê li bajarê Hewlêr civiya. Piştî civînê diyar kir ku partî û aliyên tevlî Encûmeniya Bilind a Referandûmê bûne, li ser di 14’ê Îlona 2017’ê de parlamentoya Herêma Kurdistanê bê aktîfkirin li hev kirine û wê rûniştina xwe ya asayî destpê bike.

 

(rn)