Jinên Derbendîxan di firina Kurdewarî de kar dikin

31

 

 

BERHEM LETÎF/ DERBENDÎXAN

 

Avakirina firina Kurdewarî fikrê zilam û jinekê bajarokê Derbendîxan a  ser bi Silêmaniye. Bi avakirina firinê re derfeta kar ji bo gelek jinên bajarok çêbû û bi wê debara xwe pêktînin.

 

Têkildarî mijarê Xwediyê Firinê Mehmûd Kerîm wiha ji ajansa me re axivî: “Ji ber krîza aborî fikrê avakirina vê firinê li gel me çêbû. Min û hevsera xwe me xwest vî karî  derbasî nav bazarê bikin. Ji ber ku berî niha her di malan de di hat kirin. Nêzî 12 jin di vê firinê de kar dikin. Rojane du heya sê hezar nan tê çêkirin.”

 

 

Li ser mijarê yek ji jinên ku di firinê de kar dike a bi navê Bêrîvan Zahir jî diyar kir ku ew nanê Hewramî, nanê sêlê, nanê ce, kade û kadesor  çêdikin.

 

 

Bêrîvan Zahir balkişand ser pêşwazîkirina gel ji bo karê wan û wiha domand: “Gel herî zêde ji van corên nan hez dikin.  Ji ber ku kuncî û şekir lê nakin. Gel jî baş serdana me dike û gelek caran jî nanê me namîne.”

 

Jinek din a di firinê de kar dike  Bihar Mihemed jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Ev salek zêdetire ez di vê firinê de kar dikim. Em ji saet 04:00 heya 14:00 kar dikin. Heftiyane li gorî karê me jî mûçeyê me tê dayîn. Zehmetiya vî karî jî heye. Lê em ji bo debara xwe kar dikin. Em di hêla madî de sudek baş werdigrin.”