Koçkirina malbatan ji Helebce gihiştiye astek metirsîdar

44

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ HELEBCE

 

Li gorî bîlançoya ku bi dest berpirsên Meclisa Rêxistinan ketiye, mehane nêzî 40 malbat ji bajarê Helebce koçber dibin û derbasî cihên din ên Herêma Kurdistanê dibin.

 

Têkildarî mijarê xwediyê ofîsa kirîn û firoştina  xanî û erd li Helebce Muxtar Kamil ji ajansa me re diyar kir ku li Helebce kirîna xanî û erd kêm bûye û firoştin zêde bûye.

 

 

Her wiha Muxtar Kamil diyar kir ku nirxê xanî û erd li Helebce gelek ketiye û got: “Eger berî niha xaniyek bi 50 hezar dolar bûya, îro ji 20 hezar dolar kêmtir dikirîn.”

 

Li ser sedema koçkirina malbatan ya ber bi ji derve, welatiyê bi navê Tahir Heme Elî ku koçî Silêmanî kiriye, ev axaftin kir: “Nebûna derfeta kar, nebûna xizmetguzarî û şêwaza bi bajarbûna Helebce, bûye sedema koçberbûna welatiyan. Heya ku Helebce navçe  bû, zêdetir  xizmet di hat kirin.”

 

 

Li ser heman mijarê Serokê Meclisa Rêxistinên Helebce Ferhad Qadir jî   wiha dest bi axaftinê xwe kir: “Di hêla berpirsyartiya me ya li hember Helebce û gel de, me zu metirsiya koçkirina welatiyan  ferq kir. ji bo wê jî  em gelek caran li gel berpirsyarên rêveberiyê kombûn û me şiyar kir. Lê mixabin ev mijar cidî nehat wergirtin.”

 

 

Ferhad Qadir di dawiya axaftina xwe de balkişand ser bîlançoyek ne fermî ya koçkirinê û wiha got: “Li gorî bîlançoya ku bi dest me ketî,  di mehekê de nêzî 40 malbat ji Helebce koç kirin. Lê em ji wê jimarê bawer nakin, dibe ku ew hejmar zêdetir be û dibe ku bibe diyardeyek.”

 

Cîgirê Waliyê Helebce  Kawe Elî jî koçkirina welatiyan ji ber piştguh xistina Helebce red kir û ev gotin kir: “Malbatên ku koçber dibin, ji ber berjewendiyên taybet koç dikin. Hinek malbat hene ku zarokên wan li Silêmanî li zanîngehane. Li cihê ku pereyê yurdan bidin, bi malbatî diçin li Silêmanî bi cih dibin û ji bo wan derfetek baştir ya jiyanê çêdibe.”

 

 

Kawe Elî axafina xwe wiha bi dawî kir: “Ew malbatên ku koçî dervey Helebce kirine, ne mayîn de ne. Piraniya wan, piştî bi destxistina berjewendiyên xwe vedigerin cihên xwe. Lê hinek malbat hene ku bi yekcarî çûne û na vegerin.”

 

 (rn)