Komel: Em li benda bersîva PDK û YNK’ê ne

23

 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Duh li Hewlêrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê, YNK û PDK bi armanca  nîqaş kirina aktîfkirina parlamentoyê  civiyan. Komele jî helwesta xwe eşkere kir.

 

Têkildarî mijarê Berpirsê Şaxê Silêmanî yê Komeleya Îslamiya Kurdistanê û Endamê Rêveberiyê Diyarî Mihemed ji ajansa me re ragihand ku wan di civîna li gel YNK û PDK’ê de gotinên xwe kir, wan jî gotinên wan wergirt û nîqaş dikin.

 

Her wiha Diyar Mihemed  got: “Me di civînê de daxwaza garantî kirinê  bi taybet ji aliyê PDK’ê ve kir ku carek din parlamento neyê paşxistin.”

 

 

Di dewama axaftina xwe de Diyar Mihemed destnîşan kir ku  divê lihevkirinek siyasî wee kirin, garantî bibe ku carek din parlamento neyê paşxistin.

 

Berpirsê Şaxê Silêmanî yê Komeleya Îslamiya Kurdistanê  Diyarî Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî civîna li gel me, civîna PDK û YNK’ê hebû. Lê derbarê encama wê de ti agahî gel me nîne. Divê bersîva me bide. Êdî li benda bersîva YNK û PDK’ê ne.”

 

(rn)