‘Komên Kurd ên li Parlamentoya Iraqê wê li gel Serokkomarê Iraqê bicivin’

40

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Der barê helwesta komên Kurd ên li Iraqê, parlamenterê Komeleya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Zana Rûsteyî ku ji ajansa me re axivî, got; “Her duh Komeleya Îslamî û Tevgera Goran peyamek amade kirin. Hersê komên din jî cûda peyamek amade kirin. Naveroka herdû peyaman jî nêzî hev bû. Ji ber li ser referandûmê em û Goran yek helwestin, ev jî bû sedem ku bi hevre yek peyam amade bikin.

 

 

Zana Rûsteyî wiha jî got; “Îro piştî nîvro saet 14:00’ê Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsum li ofîsa xwe wê li gel herpênc komên Kurdistanî li ser vê mijarê kom bibe.”

 

Hêjay gotinê ye ku di naveroka peyama Tevgera Goran û Komeleya Îslamî de wiha hatiye gotin; “Ev biryara Parlamentoya Iraqê wê bandorek neyînî li ser gelê Kurdistanê çêbike. Bi vê biryarê pêkhateyên Kurd berçav nayên girtin. Ev jî wisa dike ku Kurd ji Iraqê dûrtir bikevin. Ji bo wê jî emê weke hemû gelan parastina mafê gelê Kurd bikin. Em daxwaz dikin ku ev biryar bê redkirin.”

 

 

(rn)