‘Kongreya netewî, daxwaz û mafê gelê Kurd zelaltir dike’

25

 

 

HAWKAR MISTEFA/ GERMIYAN

 

Ev demeke ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê qonaxa duyem a serdanên xwe li gel hêz û aliyên siyasiyên çar parçeyên Kurdistanê daye destpê kirin. Ew jî bi armanca lidarxistina yekîtiya netewî û kongreya netewî pêktê.

 

‘Sedema pêknehatina kongreya netewî partiyek  li Başûre’

 

Têkildarî mijarê Serpereştiyarê  Rêxistina Ciwanên bi Wêrek Behadîn Kemal wiha ji ajansa me re axivî: “Mixabin heya niha her tê gotin ku kongreya netewî girîng û pêwîste û divê were lidarxistin. Divê her ji zu de bihata lidarxistin û niha ji bo çareser kirina pirsgirêkên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, bername danîna wê bihata nîqaş kirin. Di cih deye ku sedemê li dar ne xistina kongreya netewî ji raya giştî re were eşkere kirin. Eşkere ye ku sedem partiyek siyasî li Başûrê Kurdistanê ye.”

 

 

Her wiha Behadîn Kemal  got: “PKK yekem partiya herî  bihêz û xwedî girseye. Lê PDK naxwaze wê rastiyê qebûl bike. Ji ber wê eger para PKK’ê di kongreya netewî de were diyar kirin û hemû hêz û alî piştgirî bikin, bê guman wê di demek kurt de kongreya netewî were lidarxistin. Piştre dikare li ser hemû mijarên girîng biryar were dayîn.”

 

‘Divê bi rêya kongreya netewî xewna dîrokî bicih were’

 

Li ser heman mijarê Mamosteyê Beşê Yasa li Zanîngeha Germiyan Heme Seîd jî ev gotin kir: “Divê bi rêya kongreya netewî, ji bo xewna dîrokî ya dewleta serbixwe û bi dest xistina mafê xwe kar bikin. Ji ber wê divê li Başûrê Kurdistanê partiyên siyasî lidarxistina kongreya netewî bixin karê  xwe yê sereke, ne pirsgirêkan derbixin.”

 

 

Heme Seîd bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bê guman welatên herêmê bandorek nerênî heye ku nahêlin aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo lidarxistina kongreya netewî kar bikin. Ji ber ku dizanin bi wê riyê daxwaz û mafên gelê Kurd zelaltir dibe. ji bo karkirinê li pêşiya gelê Kurd dibe pakêtek.”

 

(rn)