‘Kongreya netewî wê pîlanên dijminan vala derbixwe’

46

 

 

MIHEMED HESEN-ŞEMAL MIHEMED/ ROJNEWS

 

‘Divê gelê Kurd ji biryarên hizbî û takekesî dûr bikevin’

 

Yek ji welatiyên navçeya Koyê yê binavê Mecîd Herşemî li ser giringiya pêkhatina kongreya netewî wiha axivî; “Guhertinên ku li Rojhilata Navîn çêdibin, pirsgirêk hîn aloztir û kûrtir kirine. Ji bo Kurd di guhertinên çêdibin de bikarin sûd bigirin, divê partî û civaka Kurd di kongreyekî netewî de bên gel hev. Bikarin bi hev re yek biryar bidin. Çarenûsa xwe diyar bikin. Divê ji biryarên hizbî û takekesî dûr bikevin.”

 

 

Mecîd Herşemî li ser kongreya netewî wiha jî got; “Li herêmê guhertinên pir bil ez çêdibin. Niha ji hemû demê zêdetir pêwîstî bi kongreya netewî heye. Divê em hemû li ser yek biryar bin. Ji bo pêkhatina kongreya netewî nabe ti hincetek bê danîn.”

 

‘Divê gelê Kurd hemû bibe yek’

 

Welatiyek din a Koyê bi navê Sakar Ekrem jî li ser yekîtiya netewî wiha axivî; “Divê gelê Kurd hemû bibe yek. Derfetên li pêş Kurdan heyîn ji dest nedin. Her wiha divê zextê li partiyên siyasî bikin ji bo xebatê hevbeş neçar bikin. Ew keda ji bo niştîmanî hatî dayîn divê vala neçe.”

 

‘Divê di kongreya netewî de cih û rengê jinê diyar be’

 

 

Sakar Ekrem bal kişande ser rola jinan di kongreya netewî de û wiha got; “Divê jin tevlî hemû xebatên siyasî bibin. Jin di nava civaka Kurdî de xwedî cihek diyare. Dinava kongreya netewî de jî divê cih û rengê jinê diyar be.”

 

‘Divê ji bo tifaqekî giştî kar bê kirin’

 

Her wiha welatiyê bi navê Herêm Hatim jî wiha axivî; “Divê hemû alî ji bo tifaqekî nava herçar parçeyên Kurdistanê de çêbikin, kar bikin. Her wiha hemû astengiyên dijmin li pêşberî wan çêdike, bi yekîtiyê derbas bikin. Kongreya netewî li dijî dijminan çekek bihêze. Ji bo vala derxistina hemû pîlanên dijmin kongreya netewî giringe.”

 

 

Herî dawî jî Herêm Hatim axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Em dibinin dijmin bi hemû hêza xwe ya leşkeri, siyasî û aborî zextê li ser parçeyên Kurdistanê çêdikin. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê. Dijmin dikare bi şêweyek hêsan destwerdan bike. Sedema vê jî nebûna tifaq û yekhelwestê ye. Yekîtiya nav herçar parçeyên Kurdistanê wê bikare hemû pîlanên li ser gelê Kurd vala derbixwe.”

 

(rn)