Li Reqa şer girane: 33 çete hatin kuştin

55

 

 

 

Cenga Mezin a Rizgarkirina Reqayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Şervanên QSD`ê ku derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin, derbasî navenda bajarê Reqayê bûne û şerên giran rû didin.

 

Di vê çarçoveyê de, şerên giran  ku duh li derdora Nexweşxaneya Netewî û Baxçeyî El-Reşîd ên ku dikevin taxa El-Emîn a navenda bajarê Reqayê rû dabûn, heya niha dewam dike. Her wiha li heman taxê maşîneyeke bombebarkirî  ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rûxandin, du çalakiyên xwekujî jî ji aliyê  şervanan ve hatin vala derxistin û çeteyên êrîşkar hatin kuştin.

 

Bi giştî di encama şerên giran ku heta niha li taxa El-Emîn de rû didin 33 çete hatin kuştin.

 

Li gorî agahiyên ku QSD`ê dane, di şerên giran ji duh heta niha rû didin de, 5 şervanên wan berxwedaneke bêhempa nîşan dane û gihîştine asta şehadetê.

 

Şerên giran li derdora Nexweşxaneya Wetenî û Baxçeyê El-Reşîd bi hemû dijwariya xwe didomin.