Li Silêmaniyê pêşangeha wêneyan

32

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Li Hola Emne Soreke ya Silêmaniyê şêwekar Bilal Reşo yê ji Rojavayê Kurdistanê bi alîkariya rêxistina CDO pêşangehekî taybet a derbarê jiyana penaberan de vekir.

 

Şêweker Bilal Reşo têkildarî pêşangeha xwe ji ajansa me re wiha got; "Ev yekem pêşangeha taybet ya mine. Min di pêşangehê de 25 tabloyên cûda nişan kiriye. Tabloyên min êş û azarên koçberan nîşan dike."

 

 

Şêwezekar Reşo di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman; "Divê hunermend di dema koçberiyê de ji berdewam êş û azarên gelê xwe nîşan bidin. Berdewam rêxistinên medenî piştgiriya çalakiyên wan yên hunerî dikin."