Li Wargeha Mexmûrê Zeynep Erdem hat bîranîn

47

 

 

ROJNEWS/MEXMÛR

 

Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) îro demjimêr 08:00’an li Saziya Malbatên Şehîdan, Şehîd Jiyan binasnav Zeynep Erdem bi merasîmekê hat bîranîn. Di heman demê de şehîdên Baqirtê şehîd Siyabend, şehîd Avesta û şehîd Diyar jî hat bîranîn.

 

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre mamoste Mele Şirîn ku axivî, got; “Şehîd Jiyan weke pêşengek a gelê Mexmûrê ji bo parastina rûmeta vî gelî canê xwe feda kir, em bi rêzdarî bibîr tinin. Li rexmê ku heval Jiyan Kurdî ne dizanî jî, lê bi sekna xwe ya şoreşgerî, cihê xwe di dilê gelê Kurd de çêkir. Îro jî em dibinin li wargeha me bi sedan kesê navê şehîd Jiyan rakirine.”

 

Mele Şirîn wiha dewam kir; “Yekîtiya jinan û xwedîderketina li jinan ji bo şehîd Jiyan pir mezin bû û giring bû. Timî dixwest dinava qada têkoşîna jinê de, ji bo pêşxistina jinê têkoşîn bike.”

 

 

Mele Şirîn axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Şehîd Jiyan li hember xwe firoşiyê,  li wargeha Etrûşê lehengiya xwe nîşan da. Şehîd Jiyan rengekî aşîkare parastina vê gelê bû. Ger ev heval vîn û heskirinek mezin ji bo vê gelê canê xwe daye, pêwîste em jî weke gelê Kurd bi taybet gelê wargehê em şopa şehîdan xwedî derbikevin.”

 

Piştî axaftina Mele Şirîn merasîma bîranînê bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê  Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû.

 

Di sala 1995’an li Kampa Etrûşê li dijî zilm û zordariya PDK’ê xelkê wargehê radibin serhildanan û pêşengtiya meşê Şehîd Jiyan dikir. Hêzên PDK’ê gule li ser meşvanan reşandin ku piraniya wan jin û zarok bûn û di encama guleyên PDK’ê de Zeyneb Erdem (Jiyan) şehîd bû.

 

(rn)