‘Navenda tîmên taybet a li Licê bi çalakiyeke fedayî hate îmhakirin’

77

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî ‘çalakiya fedaî’ ya li dijî qereqola Angolê ya Licê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir ku çalakî ji aliyê gerîlaya bi navê Têkoşîn Amed (Zelal Kartal) hatiye kirin.

 

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

 

“Navenda tîmên taybet a artêşa Tirkiyeyê ku roleke taybet dide Amedê û li ser Kurdistanê planên dagirkeriyeke nû dike, ji aliyê gerîlayeke me ve bi çalakiyek fedayî hate îmhakirin.

 

Qereqola Angolê ya Licê ya bi ser Amedê di 10’ê Îlonê saet di 05.55’and e ji aliyê rêheval Têkoşîn Amedê bûye hedef.

 

Di vê çalakiyê de 5 ton teqemenî hatiye bikaranîn û 4 kozik ji binî ve îmha bûne û avahiya qereqolê jî zerer dîtiye.  Piştî çalakiyê hêzên dagirker xetên telefon û înternetê girtine, avahiya qereqolê û kozik bi brandayan pêçandine û rêya li ber qereqolê jî 5 saetan ji trafîkê re girtine.

 

Di vê çalakiya fedayî de 12 leşkerên dijmin hatine kuştin û 55 leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

 

Artêşa Tirk leşkerên mirî û birîndar bi ambûlans û helîkopteran rakirine Licê, Hênê, Karaz û Amedê, qereqol vala kiriye û ji bo parastina enkazan 15 leşker peywirdar kiriye.

 

Em jî diyar dikin ku, emê bibin şopdarên rêya rêheval Têkoşîn Amed a ku bi vê çalakiya xwe rê vekiriye bin.

Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye;

 

 

(rn)