Parêzgeha Selahaddîn jî referandûm red kir

38

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di daxuyaniya nivîskî ya parêzgeha Selahaddîn de wiha hat gotin; “Encûmeniya parêzgeha Selahaddîn bi dengên giştî pêkhatina referandûma Herêma Kurdistanê red dike û sedema vê jî ji ber dijî destûrê ye.”

 

Di daxuyaniyê de wiha jî hat gotin; “Em piştgiriya mafê gelê Kurd dikin, bele di çarçoveya yasayî de.”

 

Hêjay gotinê ye ku duh Encûmena parêzgeha Diyalaj î bi heman şêwey pêkhatina referandûmê ya li parêzgeha Diyala red kiribû.

 

Biryare di 25’ê Îlonê de li Başûrê Kurdistanê referandûm bê kirin. Belê heya niha yek dengiyek aliyên siyasî li ser vê yekê çênebûye.

 

(rn)