Pêngava Bagera  Cizîrê:  200 sivîl hatin rizgarkirin

45

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Pêngava Bagera Cizîrê di roja xwe ya 5`emîn de bi hemû hêza xwe dewam dike. Di çarçoveya pêşketinên şervanên QSD`ê li bejahiya Dêrazorê de, tîmên taybet  ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 200 sivîl ji Medînit Siniyê ku li bakurê bajarê Dêrazorê dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

 

Piştî ku tîmên taybet sivîl rizgar kirin, ew derbasî herêmên bi ewle, kirin.

 

Şervanên QSD`ê di 10 `ê Îlonê de derbasî Medînit Siniyê bûn.