Referandûm li Xurmatû zelal nebûye: Kurd û Tirkmend dijî hevin

29

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ XURMATÛ

 

‘Heya niha li Xurmatû li ser referandûmê lihevkirin çênebûye’

 

Endamê encûmeniya navçeya Xurmatû ji lîsta Kurd Serdar Ehmed der barê lihevkirina Kurdan li gel pêkhateyên din ên Xurmatû li ser referandûmê ji ajansa me re wiha axivî; “Em weke Kurd li Xurmatû li ser mijara referandûmê bi ti şêweyek li gel Tirkmenan me li hev nekiriye. Ger em li hev bikin, emê li gel Erebên navçeyê li hev bikin. Her çend heya niha qala lihevkirina navbera Kurd û Ereban de nehatibe kirin jî.”

 

 

Serdar Ehmed wiha jî got; “Li Xurmatû wê referandûm pêk were. Belê heya niha ji bo lihevkirinê ti gavek nehatiye avêtin. Biryare di van çend rojan de civîna encumeniya Xurmatû pêk were. Di civînê de wê biryar li ser referandûmê bê dayîn û lihevkirin bê çêkirin.”

 

‘Li Xurmatû pêkhatina referandûmê red dikin’

 

Li ser heman mijarê ji endamê encumeniya Xurmatû ji lîsta Tirkmen Seîd Elî Haşim jî wiha got; “Em bi hemû şêwey li Xurmatû referandûmê red dikin. Em vê proseyê yasayî û destûrî nabînin. Emê li ser vê li gel Kurdan ti lihevkirinekê nekin.”

 

 

Seîd Elî Haşimî wiha jî got; “Bawer nakim li Xurmatû referandûm pêk were. Ji ber ku Xurmatû girêdayî parêzgeha Selahaddîne û girêdayî hikûmeta Iraqê ye. Ji ber vê jî ew referandûma Kurd dixwazin pir bi zelalî diyare ku ne yasayî ye û li Xurmatû jî nabe.”

 

Her wiha serokê lîsteya Ereb li encûmeniya navçeya Xurmatû Reîd Mihemed jî li ser mijara referandûma li Xurmatû wiha got; “Em weke lîsta Ereban li encûmeniya Xurmatû, bi ti şêweyek daxuyanî li ser proseya referandûmê nadin. Her wiha me ti lihevkirin jî nekiriye.”

 

 

(rn)