Şandeke Herêma Kurdistanê dê serdana Bexda bike

31

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Hevpeymana Niştîmanî ya Iraqê ku ji piraniya hêz û aliyên Şîeyên Iraqê pêk tê, bi daxuyaniyekê ragihad ku wê hefteya bê şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexda bike û wiha tê gotin; "Îro Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên bi rêya telefonê peywendî ligel me kir û ragihand ku dê şandeya herêmê serdana Bexda bike."

 

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; "Di peywendiya telefonê ya ligel  Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên de me lihevkir ku hefteya bê şandeya Herêma Kurdistanê bê Bexda û dest bi danûstandina bikin. Hêvîdarîn ku hevdîtinên vê carê bibin boneya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de. Herwiha ji bo hilweşandina biryara pêkanîna referandûmê Herêma Kurdistanê bi bandor be."

 

Ji berî çend rojan Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz kir ku careke din şandeya Herêma Kurdistanê ji bo guftûgokirina çareserkirina pirsgirêka di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de serdana Bexda bike.

 

Hêjayî gotinê ye di roja 14'ê Tebaxa îsal de, Şandeya Herêma Kurdistanê ya ji Endamê Polîtburoya PDK'ê Roj Nurî Şaweyiş, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên, Endamê Polîtburoya YNK'ê Sedî Ehmed Pîre, Endamê Desteya Rêveberiya Yekgirtûya  Îslamiya Kurdistanê Mihemed Ehmed, wek nûnera Kurdên Êzidî Viyan Dexîl, weke nûnerê Mesîhiyan Romio Hekarî û nûnerê Tirkmenan Macir Bazirgan pêk dihat ji bo çareserkirina  pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û ji bo piştgiriyê ji bo referandûmê peyda bikin serda Bexda kirin. Lê li rexmê ku ligel hemû aliyên siyasî û sefîrên welatan civiyan ji piştgiriya dihat xwestin bi dest nexistin.