Sky Press: Qasim Silêman li Herêma Kurdistanê ye

36

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Der barê armanca vê serdana Qasim Silêman de, hat diyarkirin ku ji bo pêknehatina referandûmê guftûgokirina li gel berpirsên Herêma Kurdistanê ye.

 

Ev serdana Qasim Silêman jî di demek de ye ku Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ku çend caran ragihandiye wê di hemû şert û mercan de referandûmê bikin û bi ti şêweyek nabe pêşî lê were girtin.

 

Her wiha duh parlamentoya Iraqê pêkhatina referandûmê neyasayî nîşan da. Her wiha Encûmeniya parêzgeha Diyala ku gelek navçe û bajarokên bi nakok ên Herêma Kurdistanê digire nava xwe, pêkhatina referandûmê li Diyala red kir.

 

(rn)