Şofêrên otobusên Tehranê piştgirî da Reza Şehabî

42

 

 

 

TEHRAN/ ROJNEWS

 

Çalakvanê Karker û Damezrênerê Sendîkaya Şofêrên Otobusên Tehranê Reza Şehabî bi armanca daxwaz kirina mafê girtiyên siyasî, ev 40 roje  dest bi  greva birçîbûnê kiriye. Îro şofêrên  otobusên Tehranê bi armanca piştgiriyê çalakiyek lidarxistin.

 

 

Şofêrên otobusên Tehranê bi pêxistina gulopên otobusan û bi leza 20 km çalakiyek piştgiriyê ji bo Reza Şehabî lidarxistin.

 

Hêjayî gotinê ye ku Reza Şehabî di meha Tebaxê de gelek caran hat girtin û herî dawî şandin girtîgeha Recayî ya bajarê Kerecê. Piştre bi destpê kirina greva birçîbûnê ya Reza Şehabî, gelek girtiyên siyasî yên girtîgehê  tevlî greva birçîbûnê bûn û heya niha jî greva birçîbûnê berdewame.

(rn)