Wergirtina bacanên Îranê li Paşmax hat qedexekirin

52

 

 

 

Îro Qeymeqamê navçeya Pênciwên bi serpereştyarê  Deriyê Sînorê navnetewî yê Paşmax, li deriyê sînor ê navnetewî yê Paşmax, bi daxuyaniya çapemeniyê sedema qedexe kirina şandina bacanan eşkere kir.

 

 Di destpêka daxuyaniyê de Qeymeqamê  Pênciwên  Zana Rehman wiha got: “Piştî ku duh cotyarên Pênciwên ji ber kêmiya nirxê  berheman bi taybet bacanan, dest bi xwe pêşandanê kirin, îro em li gel nûnerên cotyaran û serpereştiyarê deriyê sînor ê navnetewî yê Paşmax kombûn.”

 

 

Her wiha Zana Rehman diyar kir ku di civînê de hemû alî hem fikir bûn ku divê di hemû deriyên sereke û ne sereke yên sînor re wergirtina bacanên Îranê werin qedexe kirin.

 

Li ser heman mijarê Serpereştyarê Deriyê Navnetewî yê Paşmax Ezwer Mehmûd jî got: “Li gel cotyarên deverê me  biryar da ku ji roja 15’ê Îlonê ve  wergirtina bacanên Îranê bi rêya deriyê  Paşmax  û Seyranben ve heya 15’ê Cotmehê were qedexe kirin.”

 

Ezwer Mehmûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me aliyên Îranê girêdayî biryarê agahdar kir. Wan jî ji me re ragihand ku  du roj dem diyar bikin ku ew jî serî li rê û rêbazên pêwîst bidin.”

 

(rn)